حركة المجتمع الديمقراطي

‘Ên lidarxistina kongreya netewî asteng dikin, dijmin in’

606

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê derbarê  lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku di vê dema ku pîlanên qirêj li ser Efrînê û herêmên din ên Kurdistanê pêk tên, lidarxistina Kongrea Netewî a Kurdistanê pêwîstiyek girîng e.

Welatiyê bi navê Mihemed Fewzî derbarê mijarê de got ku yek ji daxwazên sereke yên gelê Kurd lidarxistina Kongreya Netewî ye û ev tişt anî ziman: “Hin partî ji bo berjewendiyên xwe, lidarxistina Kongreya Netewî asteng dikin. Di vê demê de pêwîste Kongreya Netewî ya Kurdistanê di zûtirîn dem de were lidarxistin da ku careke din komkujiyên wekî yên Helepça, Enfal, Şengal, Kerkûk, şewitandina 4 hezar gundên Bakurê Kurdistanê û dagirkirina Efrînê pêk neyê. Heger Kongreya Netewî pêk were, wê dewleta Tirk nikaribya Efrîn dagirkiriba.”

Fewzî bang li hemû partî û tevgerên Kurdisatnî kir ku divê di zûtirîn dem de ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê lihev bikin û bi yek dengî gelê doza Kurdistanê li her çar parçeyan çareser bikin û ev tişt anî ziman: “Dema Kurd yekîtiya xwe ava bikin, wê bibin hêzek mezin. Di heman demê de wê siyaseta wan di asta cîhanê de pêşbikeve. Lewma dewletên herêrmî yên Kurdistan dagirkirine li dijî lidarxistina Kongrea Netewî disekinin, naxwazin Kurd di bin yek banî de bighêjin hev.”

Welatiyê bi navê Umer Mihemed derbarê mijarê got ku gelê Kurdistanê rastî komkujî û kuştinê tên û wiha dom kir: “Lewma lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê girîngiyeke û di berjewendiya tevahî gelê kurd de ye. Gelê kurd di aliyê dîrokî û xaknîgarî de gelê herî kevnar ê herêmê ye, heger ew nûnertiya xwe nekin, wê nikaribin li dijî êrîşên dagirkeran derketin.”

Mihemed di dawiya axaftina xwe de ragihand ku endamên ENKS’ê îro li Efrînê ne û ala Tirkiyê li wir radikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelo hûnê wiha Efrîn bi rêve bibin. Te bi gelê xwe re îxanet kir, dewlet Tirk jî wê serê we jêbike. Dijminên Kurdistanê naxwzin Kongreya Netewî pêk were. Kurdê lidarxistina Kongreya Netewî asteng dike jî dijmin e.”

Welatiyê bi navê Hisên Şêxo jî derbarê mijarê got ku berxwedana gelê Kurdistanê dewam dike û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd piştî komplo û pîlanên qirêj rastî komkujiyan tê. Wekî pîlana li Kerkûk, Şengal û Efrînê pêk hat. Nihe em dibînin demografiya herêma Efrînê didin guhertin.  Şêniyên wê yên resen didin koçberkirin, çeteyan û malbatên wan li wir bi cih dikin. Lewma xeta partîtî ya teng xizmeta gelê Kurd nake.”

Şêxo di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû partî û rêxistinên Kurdistanî kir ku divê di vê dema hesas de di zûtirîn dem de kongreya netewî lidar bixin û lêvegera Kurdistanê ava bikin.