حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM`ê qurbaniyên komkujiya Sêfo bi bîr anîn

567

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 24‘ê Nîsana 1915‘an de, desthilatdariya Osmanî komkuijyeke derheqê gelê Ermen de pêk anî, di encamê de nîv mîlyon ermenî ji zarok, jin û pîr hatin kuştin.

‘Osmaniya nû ji pirreniya li Rojhilata Navîn tê jiyîn tirsiya komkujî pêk anî‘

Desteyê destnîşan kir ku dewleta Osmanî ji pirrengiya li Rojhilata Navîn tê jiyîn ditirse û ev tişt anî ziman “Di ti dîroka mirovahiyê de, mîna komkujiya Sêfo çênebûye. Zihniyeta Osmanî dibîne ku ji pirreniya etnîkî, netewî û çandî ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn hebûna wê dixe xeteriyê.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku dewleta Osamîn dît ku riya herî guncaw ji bo ku desthilatdariya xwe serwer bike, derxistina tevliheviyê di navbera gelan de û got, “Bi derketina rengê nû yê Osman a ku xwe dispêre yek ziman, yek ol, yek al, di şexsiyeta dîktator Erdogan gel ji komkujî, koçberkirin, pêkanîna her cûreyên faşîzmê nefilitî. Celdên ku navê Siwarên El-Hemîdiyê û Hizbul Itîhad û Tereqî li xwe didkin li dijî gelê Ermen û li pêşberî empratoriyên şerê cîhanê yê yekemîn qirkirin pêk anîn.”

‘komkuiyên li Efrînê bi destê neviyên Osmanî pêk tê‘

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê komkujiya Sêfo bi tundî şermezar kir û qûrbaniyên komkujiyê bi bîr anî, her wiha piştgirî da gelê Ermen û wiha dom kir “Em îro hevalê xwe gelê Ermen bi bîr tînin, di heman demê de. Em careke din gelê me yê li herêma Efrînê yê bi destê neviyên Osmanî yên ku asta hovîtiya Osmaniyan derbas kirine bi bîr tînin. Diyar e ku neviyên Osmanî serdema bapîrên xwe zindî bikin.”

‘Heger li hemberî qirkirina Sêfo bê dengî hebû, îro heman tişt li Efrînê dubare dibe‘

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê bal kişand li ser helwesta raya giştî ya derbarê mijarê de û ev tişt got “Heger ku raya giştî ya cîhanî li beramberî destdirêjiya li ser gelê Ermen bê deng bû, îro tevahî cîhan şahidê sûcên rêjîma Tirk û çeteyên girêdayî wê ji El-Qaîde û komên tarî û dizên derheqê sivîl, zarok, jin û ixtiyar ên Efrînê ne, ji tirsandina sivîlan, êrîşên bi çekên giran û yên qedexeyî, rûxandina binsaziyan, mizgeft, pîrozgeh, şûnwar, koçberkirina bi sedhezaran, guhertina demografî, lê tu kes dengê xwe nake.”

‘Neviyên Osmanî tevahî cîhanê tehdîd dike‘

Desteya Rêveber, destnîşan kir ku osmaniya nû dibîne ku fikirê Neteweya Demokratîk û modêla federaliyê xeteriyê li ser ewlekariyê Tirkiyê dike wekî ku Enqere bi nav dike û wiha pê de çû”Neviyên Osman bi fikirê xwe yên paşverû Sûriyê, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê tehîd dike.”

Banga

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê di berdewama daxuyaniyê de, bang li gelan, tevahî hêzê, partiyên demokratîk ên li Tirkiyê û Sûriyê û tevahî cîhanê  kir û polîtîkeyên AKP‘ê û sultanê wê teşhîr bikin û pîlanên wê yên li derxistina tevliheviyê di navbera gelan têk bibe.

‘Netewa Demokratîk nirxên jiyana hevbeş temsîl dike‘             

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê diyar kir ku fikirê Neteweya Demokratîk û projeya Federaliya Demokartîk nirxên gelan û rastiya yekîtiya jiyana hevbeş û biratiya gelan temsîl dike.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku TEV-DEM‘ê dê asta têkoşîna xwe mezin bike û bi hemû derfetên xwe piştgirî bide Berxwedana Serdemê ya di qonaxa duyemîn de û wiha hate gotin “Berxwedaniya me wê nesekine ta gelê Efrînê gelê vegerin warê yê rizgarkirî. Efrînê wê ji aliyê hemû pêkhateyên wê werin bi rêve birin. Rizgarkirina Efrînê destpêka çareseriyasiyasî û demokratîk ji bo aloziya Sûriyeyê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de piştgirî bi gelê Ermen û tevahî gelên Rojhilata Navîn hate dayîn û Osmaniya nû û ya kevin hatin şermezarkirin.