Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê yekemîn kovara nivîskî bi navêʺDengvedana Ciwananʺderxist.
REQA
Têkildarî mijarê, Hevserokê Raghandina Ciwanan Ehmed Mustefa El-Hemûd derbarê armancên kovarê de ev tişt got,ʺEm wekî ciwan, piştî rizgarkirina Reqayê ev yekemîn kovare ku em derdixin. Ev kovar wê mehê carekê were lidarxistin.ʺ
El-Hemûd destnîşan kir ku ev kovar wê li herêma Cizîrê û Firatê jî were belavkirin.