حركة المجتمع الديمقراطي

Kampa Til El-Bîa jî di lîsteya kampên jibîrkirî de ye!

703
Di şerê ku li piraniya herêmên Sûriyê rû dide, sivîl ji şer dirivin û berê xwe didin cihên bi ewle, nexasim herêmên ku ji aliyê QSD`ê ve hatiye rizgarkirin û aramî li wir serwer bûye.

Di vê çarçoveyê de, bi hezaran şêniyên bajarê Humsê berê xwe dan herêma Reqayê ku di sala 2017`an de ji aliyê QSD`ê ve hate rizgarkirin û li kampa Til Bîa ya bakurê bajarê Reqayê bi cih bûn.

Ev kamp jî mîna bi dehan kampên Bakurê Sûriyê ji aliyê rêxistinên navneteweyî re hatiye paşguhkirin û alîkarî nadin koçberan, ji ber vê yekê koçber xwe bi xwe bi rêve dibin. Çadêrên ku wan ji serme û germê diparêzin bi destê xwe çêkirin. Di her konekî de 5 malbat bi hev re dijîn.

Di vê çarçoveyê de koçberên Humsê yên ku li kampa Til El-Bîa ya bakurê taxa Mişlib a bajarê Reqayê dimînin ji nûçeghanan ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Koçbera bi navê Nofa El-Helîl got ku wê di mala xwe de bi ewle jiyan dikir, paşê Hêzên Rêjîmê Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrîşî wan kirin. Nofa anî ziman  ku di topbaranê de du zarokên wê hatin kuştin û 100 pezê wê jî winda bû.

Nofa destnîşan kir ku ev saleke koçber bûye û ev 6 meh in ku li kampa Til El-Bîa dimîne.

Derbarî alîkariyên ku ji wan re hatine pêşkêş kirin Nofa got ku tu rêxstin tu alîkarî nedane wan û tenê navên wan qed dikin û di dawiyê de tên ji bîrkirin.

Her wiha koçberê bi navê Elî El-Minfî diyar kir ku xwarin tune ye ji ber ku di her çadirkekê de 5 malbat dimînin. Elî destnîşan kir ku kurekî wî astengdar heye û pêwîstiya wî bi derman û alîkariyê heye.

Elî di dawiyê de bang li hemû rêxistinên mirovahî kir ku destek bidin wan û alîkariya wan bikin û got ku ma ne bes e ku ew ji malên xwe koçber bûne.