حركة المجتمع الديمقراطي

Rejîma Îranê êşkenceyê li girtiyên jin ên ji baweriya Yarsanî dike 

691

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî 29’ê Adarê daxuyaniyek dabû û ji rayedarên Îranê xwestibû ku 11 jinên ji baweriya Yarsanî hatine girtin bên berdan. Jinên girtî ji hindikahiya derwîşê ya ser bi terîqata Gonabadî ne. Di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê têne girtin û nikarin xwe bigihînin parêzeran.

19’ê Sibatê, hêzên ewlekariyê herî kêm 60 jinên ji civata Gonabadî bi şîdetê destgîr kiribûn. Sedema destgîrkirina wan jî tevlîbûna li xwepêşandaneke li Tehranê bû. Ji ber êrîşa hêzên dewletê, di navbera endamên Gonabadî û hêzên dewletê de şer derketibû.

Li gorî Rêxistina Efûyê, jin destpêkê birin navenda Vozara û li wir ew hatin saxkirin û bi rengekî biçûkxistinê lêpirsîna wan hate kirin. Heqaret li wan hate kirin. Piştre rayedarên Îranî di nava 24 saetan de 10 jin birin girtîgeha Şahrî Rey a li nêzî Tehranê. Yên mayî jî serbest berdan. Navê jinên li girtîgeha Şahrî Rey hatin zindanîkirin wiha ye: Şûkûfe Yadullahî, Sepîdeh Mûradî, Meryem Farisanî, Nazîla Nûrî, Sîma Entesarî, Şima Entesarî, Şehnaz Kîanî, Meryem Barakuhî, Elham Ahmedî û Avîşa Celaleddîn.

Piştî çend rojan jineke tevlî wan hate kirin. Navê wê jî Sedîgeh Safabaht e. Berê li girtîgeha bi navê Evîn a li Tehranê bû. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efûyê, heta nîvê şevê lêpirsîna jinên girtî tê kirin, gef li wan tê xwarin û heqaret li wan tê kirin.