Bi armanca bidawîkirina tecrîda girankirî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan destpê kir.
Çalakiya greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapmeniyê destpê kir. Di tevahiya çalakiyê de tevgera Çanda Kurd TEV-ÇAND’ê bi sînevîzyonên û muzîkên amadekirî piştgirî dan çalakiyê.
Çalakiya ku Başûrê Fransa digire nava xwe ji bajarên Toûloûse, Lyon, Margnane, Montpellîer, Dragûîgane û Marsîlyayê Kurdistanî û dostên wan tevlî dibin. Çalakî bi 42 kesan destpê kir.
Li qada çalakiyê li gel posterên Ocalan pankartên bi zimanê Fransî ku “ Ji Ocalan re azadî” tîne ziman hatin daliqandin. Çalakiya greva birçîbûnê wê roja Çarşemê saet 19:00’an bi mîtîngekê bi dawî bibe.