حركة المجتمع الديمقراطي

KNK’ê jenosîda sala 1915’an bi xurtî şermezar kir

572

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 103’an a Qirkirina 1915’an daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KNK’ê de hat gotin, “Împaratoriya Osmanî û hevkarên wê sala 1915’an civaka xwecihî ya Xiristiyan (Mesîhî) ku li cografyaya Mezopotamya û Anatoliya dijîn qir kir. Hejmareke bilind a Kurdên Êzidî jî bi ber vê jenosîda wan ketin. Di vê qirkirinê de rêvebirên Cemiyeta Ittihat Teraki, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, efserên (sobayên) di Artêşa Osmanî de kar dikirin, li hemberî mirovahiyê sûc kirin. Gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, bi armanca ku bi dîrok û kultura wan ve ji holê rakin qir kirin. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne mumkun e bê înkarkirin. Belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştina ji milyonek û nîvan zêdetir mirovan e. Qeydên nufûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê teyîd dikin.”

KNK’ê diyar kir ku ji gelê Asûrî-Suryani-Kildanî zêdetir ji nîv milyonî, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin.

Di dewama daxuyaniya KNK’ê de hate gotin, “Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin surgun (mişext) kirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêrankirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteserkirin û xespkirin. Kuştin û birandina gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên kulturî û dîrokî yên wan mubah hate ditin; bi bangên cîhadê û fermanan paksaziya etnîk û dînî hate kirin.”

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku Împaratoriya Osmanî axa Mezopotamya û Anatoliya dagir kir û got, “Bi sedsalan talan kir û di sala 1915’an de jî ev gel qir kir ku ji vê birîna jenosîdê hê jî xwîn tê. Ev travmaya ku bi serê van xelkan hatî sed û du sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tahl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed û du sal ji ser re derbasbûyî, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Imparatoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke hingê dibe şirîkê vî sûcî ku ev tê maneya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi munasebeta 103. sala jenosîdê em bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê jî bîne cih.”

 

Di dawiya daxuyaniya KNK’ê de hate gotin, “Em wek KNK’ê, jenosîda sala 1915’an careke din bi xurtî şermizar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin.”