KNK’ê jenosîda sala 1915’an bi xurtî şermezar kir û ji hemû dem û dezgehên pêwendîdar xwest ku qirkirina hatiye kirin qebûl bikin.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 103’an a Qirkirina 1915’an daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KNK’ê diyar kir ku ji gelê Asûrî-Suryani-Kildanî zêdetir ji nîv milyonî, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin.
Di dewama daxuyaniya KNK’ê de hate gotin, “Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin surgun (mişext) kirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêrankirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteserkirin û xespkirin. Kuştin û birandina gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên kulturî û dîrokî yên wan mubah hate ditin; bi bangên cîhadê û fermanan paksaziya etnîk û dînî hate kirin.”
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku Împaratoriya Osmanî axa Mezopotamya û Anatoliya dagir kir û got, “Bi sedsalan talan kir û di sala 1915’an de jî ev gel qir kir ku ji vê birîna jenosîdê hê jî xwîn tê. Ev travmaya ku bi serê van xelkan hatî sed û du sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tahl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed û du sal ji ser re derbasbûyî, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Imparatoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke hingê dibe şirîkê vî sûcî ku ev tê maneya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi munasebeta 103. sala jenosîdê em bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê jî bîne cih.”
Di dawiya daxuyaniya KNK’ê de hate gotin, “Em wek KNK’ê, jenosîda sala 1915’an careke din bi xurtî şermizar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin.”