حركة المجتمع الديمقراطي

QSD`ê nakokiya ku 10 salan di navbera du êlan de dewam kir çareser kir

646

REQA

Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê di navbera êla El-Mûsa û El-Icîla li gundê El-Sehlebiya bi armanca lihevanînê civînek lidar xist.

Ji beriya 10 salan di navbera herdû êlan de nakokî ji ber mal û milkan derketin.

Di civîna ku bi armanca lihevanîna herdû êlan de hate lidarxistin, yek ji rêveberên Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê Ayid El-Hadî destnîşan kir ku ew hewil didin hemû nakokiyên di navbera şêniyên herêmê de çareser bikin û biratiya gelan û jiyana hevbeş li herêmê sewer bikin.

El-Hadî got ku nakokiyên di navbera herdû êlan de dirêj kir ji ber vê yekê pêwîste were çareserkirin.

Di vê çarçoveyê de herdû êl lihev hatin û erd di navber herdû êlan de hate belavkirin.

Hêjaye bi bîr xistinê ku komîteya Têkiliyan ji destpêka ku hatiye avakirin heta vê demê 15 pirsgirêkên di navbera şêniyên Reqayê de çareser kiriye.