حركة المجتمع الديمقراطي

Êdî Reqa dibe wargeha koçberan, alîkarî pêwîst in

640

REQA

Di encama aloziya Sûriyê ku sala xwe ya 7’an derbas kir û heta niha tu rêyên çareseriyê ne hatiye dîtin, herêmên Bakurê Sûriyê bû wargehe bi ewle ya sedhezaran welatiyên koçber ên ji hemû aliyên Sûriyê hatine. Reqa jî piştî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, bû wargeha hezaran koçberên ku piraniya wan ji Dêrazorê û herêmên din ên Sûriyê hatine.

Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo pêşwazîkirina welatiyên koçber hejmarek kamp li gundên Reqayê vekirin.

Li Reqayê 12 kamp hatine vekirin. Ji wan hin li gundên bakur-rojavayê Reqayê ne ew jî li kampa gundê Hitîn, Kampa gundê Rebîa, Kampa gundê Qehtaniye, Kampa Reşîd, kampa Ebû Kiber, kampa El-Fitêh, kampa gundê El-Ecac, kampa gundê El-rafiqa, kampa Wadî El-Fêd û Kampa gundê Yerib.

Hejmara welatiyên koçber ên di kampan de bi cih bûne di her kampekê de di navbera 50 heta 300 konan e, di piraniya kampan de malek an 2 mal di her konekî de jiyan dikin.

Xebatên xizmetguzarî di kampan de, welatî bi derfetên heyî jiyana xwe dimeşîn in, êzingan ji derdorê kom dikin û xwarinên xwe pê amade dikin, avê jî di rêya sîtêran peyda dikin.

Di piraniya kampan de rewşa tenduristî ya koçberan û bi taybet zarokan pir dijwar e. Zarok, kalpîr û kesên astendar herî zêde zehmetiyan dikşîn in û derman nayê peydakirin. Bi nêzîkbûna demsala havînê re  rewşa tendursî hîn zehmetir dibe.

Welatiyên di kampan de jiyan dikin, destnîşan kirin ku rêxistinên navdewletî alîkariya wan nakin.

Hevseroka komîna gundê Yerib a rojavayê bajarê Reqayê Selwa Mfihemed Ceîi derbarê rewşa koçberan de ev tişt anî ziman,”Li rojavayê Reqayê  hejmarek kamp hatine vekirin. Di kampan de hejmarek zêde ya welatiyên ji ber şer wekî Dêrazor, El-Bû Kemal û herêmên din ên Sûriyê hatine bi cih bûne. Rojane hejmara koçberan hîn zêdetir dibe. Lewma em neçar dibin ku kampên nû vebikin. Em li gorî derfetên xwe bi wan re dibin alîkar. Lê rêxistinên alîkariyên mirovî yên navdewletî tu alîkariyan pêşkêş nakin, tenê navê koçberan qeyd dikin.”

Selwa Mihemed Ceîi di dawiya axaftina xwe de jî got ku rêxistinên alîkariyan qet karê xwe nakin û ji wan xwest ku erka xwe ya ji bo alîkariya koçberan bi cih bîne.