Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî nasnameyên du şervanên YPJʹê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, ragihand.
GIRÊ SPÎ
Di merasîma ragihandina nasnameyên têkoşeran de bi sedan şêniyên Kantona Girê Spî amade bûn. Beşdaran alên YPG/YPJ/QSDʹê û wêneyên cangoriyan hildan.
Destpêkê deqeyek rêz hat xwestin û toraneke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPGʹê Mezlûm Kobanê, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zozan Mihemed, Endama Rêveberiya TEV-DEMʹê Feraşîn Roj, bi navê meclîsa kantonê Sebrî Nebo, bi navê Kongreya Star Fadiya Şerîf axivîn.
Axêveran sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest, selametiya lezgîn ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re hêvî kirin. Di berdewama axaftinan de hat gotin ku bi ruhê cangoriyên wek Barîn, Avesta, Silav û Rojbîn dê Efrîn bi ser bikeve.
Di dawiyê de nasnameyên herdû têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.