Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê ya ku gelê Kantona Efrînê lê bi cih dibin, fireh bû û 100 kon lê hatin zêdekirin.
ŞEHBA
Endamê Rêveberiya kampê Mihemed Heyder diyar kir ku wan kamp fireh kir û komîteyên xizmetê ava kirin. Heyder bang li rêxistinên navneteweyî kir ku pêwîstiyên tenduristiyê pêşkêşî şêniyên kampê bikin.