Jinên kantona Kobanê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin.
KOBANÊ
Xwepêşadaran dirûşmeyên silavkirian Berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di avêtin.
Xwepêşandan, li qada “Jina Azad” veguherî mîtîngê. Li vir deqeyek rêzgirtin hate rawestandin.
Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a Kantona Kobanê, Felek Yûsif axivî. Felek Yûsif tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên ser Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk vîna gelê Bakurê Sûriyê û projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê têk bibe.
Felek Yûsif, berxwedana jinên Efrînê ya li hemberî dagirkeran silav kir û got, “Tu kes nikare vîna jina azad têk bibe, berxwedana Efrînê bi pêşengtiya jin tekez wê serkeve.”
Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Felek Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe li hemberî dagirkeran mezin bikin.
Rêvebera Kongreya Star a navçeya Qenaya Kewser Silêman jî got, “Wekî jinên Sûriyê, em siyasetên dewleta Tirk derheqê gelê Bakurê Sûriyê şermezar dikin û berxwedana Efrînê silav dikin.”
Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bû.