حركة المجتمع الديمقراطي

Li Efrînê zulim û zordariya dewleta Tirk li ser sivîlan zêdetir dibe

600

EFRÎN

Çavkanî ji herêma Cindirêsê ya girêdayî bajarê Efrîne anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji malbata (C.C.) gelek kes girtine û heyanî niha çarenûsa wan nediyare.

Her wiha hat ziman ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Koran ê girêdayî herêma Cindirêsê girtîgeh vekirine û di wê girtîgehê de sivîlan işkence dikin û zextê li ser êzidiyên herêmê dikin ku dev ji olê xwe berdin û bibin misilman.

Çavkaniyeke dîtir jî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ciwanên Efrîne bi darê zorê dibin tevlî xwe dikin û dixwazin ciwanan bi riya pere bixapînin û her ciwanekî 200 dolarî didin wî.

Ji herêma Raco jî çavkaniyan anîn ziman ku çeteyan li gundê Hesen Kelkawî yê girêdayî herêma Raco welatiyê bi navê (E.E.) li pêşiya malbata wî bi awayekî hovane işkence dikin û dibin ciyekî nediyar ku heyanî niha agahî jê nayê girtin.

Li gundê Meydan Ekbes yê herêma Raco jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyê bi navê (F.K.) bi hiceta telefonê digrin, işkence dikin û 3`ê rojan di girtîgehê de dihêlin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Çekmeka yê mezin ku girêdayî herêma Raco ye girtîgeheke mezin vekirine.

Her wiha li herêma Raco artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên herêmê neçar dikin ku cenazeyên çeteyan û leşkeran ji herêmên weke girê Kevirê Ker kom bikin û kolanên bajarê herêma Raco jî paqij bikin.

Ji herêma Raco çavkaniyekî dîtir jî anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hiceta têkiliya hinek malbatan bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk re heye, malên wan dişewitînin û hîna çarenûsa gelek ciwanên herêmê nediyare.

Li herêma Şera gundê Berava jî artêşa Tirk a dagirker malbatên wî gundî bi darê zorê ji malên wan derdixin û koçberên Qelemûn bi cih dikin.