حركة المجتمع الديمقراطي

Dagirkeran  6 jê Êzidî 15 welatiyên Efrînê revandin û malek şewitandin

574

EFRÎN

Li gorî çavkaniyan ji ajansa me ANHA`yê re diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derheqî şêniyên Efrînê kiriyarên hovane û bi taybt li ser Êzidîyan pêk tînin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan 6 ciwanên Êzidî ji malbatekê ji gundê Qîbar revandin û jinên gund jî ji ber kiriyarên wan ên hovane ber bi gundên derdor reviyan.

Navên kesên ku hatin e revandin wiha ye:Fadî Arif, Îbrahîm Arif, Elî Arif, Abdulrehman Arif, Semîr Arif û Henan Arif.

Her wiha çeteyan 9 welatiyên ji gundên Qere Gul, Qoşo, Xelîlak û Şêxurzê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Navên wan wiha ye: Arif Yasîn (65) ji gundê Qere Gul e, Hesen Mihemed Cabo (40) ji gundê Qere Gule, Mihemed Abdulrehman Cabo (30) ji gundê Qere Gule, Hisên Abdulreham Koter (25) ji gundê Qere Gule, Ehmed Xelîl (40) ji gundê Şêxurzê, Reşîd Hecî Reşîd (26) ji gundê Qoşa, Kemal Hecî Reşîd (21) ji gundê Qoşa û Şêx Mûsa Bîlal (65) ji gundê Xelîlak .

Li gorî heman çavkanî çeteyan piştî ku hemû alavên mala welatiyê bi navê Henan Tahir ê ji gundê Qere Gule dizîn mala wî şewitandin.