Şêniyên bajarê Qamişlo tekez kirin ku ji bo yekîtiya gelê Kurd pêwîste hemû partî û rêxistinên kurdî Kongreya Netewî ya Kurdistanê lidar bixin û berisva hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Kurdistanê bidin.
QAMIŞLO
Di vê çarçoveyê de şêniyên bajarê Qamişlo siyaseta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê Kurd şermezar kirin û banga yekîtiyê li hember hemû êrîşên dagirkeran kirin.
Şehnaz Mele êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêm Efrînê û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya civaka navdewletî şermezar kir û ev tişt got,ʺHer kesî ku li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê denge ew jî dibe hevkarê Tirkiyê. Ew kesên ku bi navê mafê mirovan bang dikin û navê rêxistinên mirovahî li xwe dikin hemû kiriyarên dewleta Tirk a dagirker li pêşbirî çavên wan tên kirin.”
Şehnaz di axaftina xwe de banga yekîtiya gelê Kurd kir û got ku pêwîste gelê Kurd li hember êrîşên dagirkeran bibin yek.
Mihemed Îbrahîm got ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze ku civakeke demokratîk li gorî pîvanên Netewa Demokratîk were avakirin, ji ber vê yekê Tirkiyê dixwaze ku gelê Kurd qir bike û êrîşên wê li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û Efrînê nîşaneya vê yekê ne.
Îbrahîm tekez kir ku gelê Kurd tu carî li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê bê îrade namîne û ew ê hertim li hember van êrîşan li ber xwe bidin. Îbrahîm anî ziman ku hemû kesên ku alîkariya Tirkiyê dike wê gelê Kurd hesab ji wan bixwaze.
Her wiha Elî Can Osman got ku dagirkeriya Osmanî ji nirxên însanî dûr e û ev ne cara yekê ye ku kiriyarên bi vî awayî li ser gelê Kurd dimşîne. Osamn diyar kir ku dewleta Osmanî li Rojhilata Navîn gelek komkujî li ser gelê Kurd û Ermenî pêk anî .
Osman nakokiyên hemû partî û rêxstinên kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê şermezar kir û pirs kir ku ma heta kengî hûnê di vê rewşe de bin?. Osman got ku ji bo yekîtiya gelê Kurd li hember êrîşên dagirkeran pêwîste Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin.
Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Şehnaz Emîn Hesarî got ku ji bo ku ew karibin li hember êrîşên dagirkeran li ber xwe dibin pêwîste yekîtiya xwa ava bikin.