حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê Serêkaniyê 3 têkoşerên azadiyê spartin axê

552

HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê şervanên YPGʹê  ʺ Bilind Şêxo (Alan Serêkaniyê), Ocalan Mûrad (Zinar Zagros) û Ehmed Efeş El-Hemed ji nexwşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPGʹê  ve dest pê kir.

Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdilrezaq  Ehmed axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û da zanîn ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, bedelên giran dane ji bo rûmet û hebûna gelê xwe biparêzin, canê xwe feda kirine.

Bi nevê YPGʹê Azad Welat axivî bal kişand ser berxwedan û têkoşîna şervanên YPG/YPJʹê ya li dijî êrîşên dijmin û soza parastina axa welat heta hinasên dawî da.

Her wiha ser navê melbata hersê  Şehîdan gotin soza şopandina riya şehîdan hat dayîn.

Piştî axaftinan, nasnemeyên cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatên hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên têkoşeran nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ʺşehîd namirinʺ de hatin veşartin.