حركة المجتمع الديمقراطي

Helwesta PDK’ê ya li dijî protstokirina dagirkeriya Tirk hat protestokirin

556

Girseya vegeriya Pirdeşalê li vir daxuyaniyek da û astengiya Asayîşa PDK’ê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst protesto kirin.

Gelê Başûrê Kurdistanê îro bi mebesta şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, ber bi herêma Sîdekan a ku dibe hedefa êrîşan, meşek da destpêkirin. Lê belê girseya ku ji Silêmanî, Hewlêr, Ranya, Qeladizê, Şarezûr, Kerkûk, Kelar û Qendîlê derketin rê, li Seytera Goca ya girêdayî bajaroka Qesrê ya navçeya Çomana Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate astengkirin.

Girseya gel li hemberî astengkirinê nerazîbûn nîşan da û xwest ku derbas bibe, lê asayîşê êrîş kir û gule berdan hewa. Her wiha çekên giran li ser girên derdorê bi cih kirin.

Di aloziya ku bi qasî nîv saetê dom kir de, ciwanan jî bi kevir û dirûşmeyan bersiv da.

Piştî demekê girseya gel ji bo alozî zêdetir nebe,vegeriya gundê Pirdeşalê. Girseya ku li vir kom bû, bê navber dirûşmeyên wekî, “Artêşa Tirk biçe derve”, “Bimre xiyanet”, “Bijî Berxwedana gerîla” û “Bijî Rêber Apo” berz kirin. Her wiha alên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên welatiyên ku di êrîşên artêşa Tirk a li ser Balayan û Şêladizê de şehîd bûne, alên RJAK, PKK, Tevgera Azadî û YPG’ê hatin hildan.

Li vir Rêveberiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ku organîzeya meşê kiribû, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rêbera RJAK’ê Zara Ehmed di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ê weke jin û ciwan nehêlin artêşa Tirk Başûrê Kurdistanê dagir bike. Zara Ehmed helwesta PDK’ê a li hemberî çalakiya wan şermezar kir û got: “Me weke RJAK xwest li dijî dagirkeriya Tirk meşeke girseyî li Sîdekanê bi navê gelê Başûrê Kurdistanê lidar bixin. Lê careke din hêzên asayîşa PDK’ê astengî çêkirin û nehiştin em derbas bibin. Lê hatina heya vir û nerazîbûn nîşandan jî dide diyarkirin ku çalakiya me serkeftî bûye. Emê weke jin û ciwan bi ti awayî destûrê nedin ku dagirker li Başûrê Kurdistanê bi cih bibin.”

Ehmed destnîşan kir ku wê çalakiyên wan ên li dijî dagirkeriyê û têkoşîna wan berdewam bike.

Jin û ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûn jî bi peyamên kurt hem nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê dan, hem jî hêrsa xwe ya li hember helwesta asayîşa PDK’ê anîn ziman.