Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê di civîna xwe ya heftane de zagona rêwîtiya ber bi derveyî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve nîqaş kir.
QAMIŞLO
Di civîna îro de zagona rêwîtiya ber bi herêmên derveyî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hat nîqaşkirin.
Piştî nîqaşan, bendên zagonê hatin şîrovekirin. Piştre jî reşnivîsa zagonê ji Hevserokatiya Kantona Cizîrê re hat rakirin, da li ser erê bike.