Bi dehan şêniyên herêma Keramê ya bajarê Reqayê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê Mihemed Salim Elî li goristana Şehîd Sêvdar oxir kirin.
REQA
Girseya gel cenazeyê şehîd ê ku 12ʹê Nîsanê li herêma Mebûrka şehîd bûye, wergirtin û ber bi goristana Şehîd Sêvdar ve ketin rê.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Husam Xabûr axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya şehîdan da.
Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ de hat veşartin.