حركة المجتمع الديمقراطي

Platfoma Bakurê Sûriyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

580

HESEKÊ

Beşdarên pltfomê di dawiya  platformê de daxuyaniyek ji bo raya giştî da.

Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîreya El-Welda ya Ereb Hamid El-Efrec ve hate xwendin

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta  Tirl bi hevkariya komên terorîst di 20`ê Çileya 2018`an de êrîşekî dijwar anîn ser kantona Efrînê, dixwestin bi rêya vê êrîşê Sûriyê parçe bikin û projeya demokratîk a çareserkirina aloziya Sûriyê têk bibe.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama êrîşên hovane de û bi bêdengiya navneteweyî de gelek komkujî wekî komkujiya Cilbera, Mabata Cindirêsê û hwd pêk hatin û 501 sivîl şehîd bûn û 797 sivîl ku piranî jin û zarok bûn birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de bal li ser xerabkirina binesaziyan Efrînê û rûxandina saziyên wê û bi taybet dibistanan hate kişandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî berxwedaniyeke bêhempa ku 58 rojan ji aliyê şervanên YPG/YPJ û bi piştgiriya gelê Efrînê  dewam kir û dewamkirina bêdengiya navneteweyî debarê binpêkirinên dewleta Tirk û komên terorîst li Efrînê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê ji bo rê li pêşiya rijandina xwîna sivîlan bigre, di dîroka 16`ê Adarê de sivîl ji Efrînê derxistin û bi vê yekê re Berxwedana Serdemê kete pêvajoyeke nû.

Di daxuyaniyê de hatine bibîrxistin  ku di encama êrîşên hovane de derdora 200 hezar ji şêniyên Efrînê xwe li kantona Şehbayê girtin, lê kantona Şehbayê bi xwe pêwîstiya wê bi gelek tiştên xizmetguzarî heye û wiha pê de çû,ʺSivîlên Efrînê ku çûne Şehbayê di rewşeke zehmet de dijîn û pêwîstiya wan bi xwarin, vexwarin û şîrê zarokan heye.ʺ

Di daxuyaniyê de hate ziman ku Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û Şehbayê û bi destekdayîna gelên Bakurê Sûriyê wekî gaveke destpêkê du kamp(Berxwedan û Serdem)  vekirin û derdora 100 hezar sivîl li wir bi cih kirin û hinek pêwîstiyên sereke pêşkeşî wan kirin.

Di daxuyaniya Platforma Bakurê Sûriyê de hate destnîşankirin ku gelê Efrînê rastî qirkirina cesedî û çandî tê û ev yek jî sûcekî mirovahiyê ye û wiha dewam kir,ʺTiştê ku li Efrînê rû da ne tenê li dijê gelê Kurd bû, armanca xwe dewamkirina projeya dagirkerî ya vegerandina sînorên El-Mîsaq El-Milî ye. Em wekî gelê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Turkmen û hemû gelên ku li ser vê erdîngariyê dijî li hemberî dijminekî hevbeş in ew jî dagirkeriya Osmanî ya nû ye. Ev dagirker dixwaze Sûriyê bike qada şer û Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe biguhre. ʺ

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirk dixwaze bi rêya avakirina meclîsekî sîxûr dagirkeriya xwe rewa bike û wiha dewam kir,ʺEm dibêjin ev meclîsa dagirkeriye û ev meclîsa xwîna gelê Efrînê firotiye.ʺ

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî-NY-Yekîtiya Ewropa-Komîseriya Bilind a Karûbarên Koçberan hate kirin ku bi erka xwe derbarê şêniyên Efrînê rabin û kampên şêniyên Efrînê wekî kampên girêdayî NY bidin naskirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Berxwedana Serdemê ku dunya hemû hejand dewam dike û ew wekî gelê Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û Ermen ger ew ê hemû herêmên ku dewleta Osmanî ya nû dagir kiriye, vegerînin.

Di berdewama daxuyaniyê de banga teşhîrkirina kiryarên faşîzma Tirk, ji polîtîkeyên tirkirinê, guhertina demografiya herêmê, hewldanên tunekirina nasnameya kurdî û zimanê Kurdî hate kirin.

Her wiha bang li gelê Sûriyê hate kirin ku biratî û yekîtiya gelê Sûriyê xurt bikin û desteka madî û manewî pêşkêşî gelê Efrînê bidin. Her wekî din jî bang li civaka navdewletî hate kirin ku fişarê li rêxistinên navdewletî û saziyên neteweyên yekbûyî da ku helwesta xwe derbarê binpêkirinên dewleta  li Efrînê nîşan bide.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin”Bi dirûşemeya ‘Em hemû Efrîn in‘ em xebatên xwe berdewam bikin, ta Efrînê û hermên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk ve azad bikin.”