Idrîs Ibrahîm ê ji Efrînê, li Kantona Şehbayê pîşeya xwe didomîne û bi gel re dibe alîkar.
ŞEHBA
Malbata Idrîs ji 7 kesan pêk tê xwe li gund Til Qerah ê Şehbayê girt.
Idrîs li vir hemû pêwîstiyên karê xwe yên hesinkariyê peyda kir, dibêje ku peydabûna ceyarnê li gund hişt ku ew dukanek hesinkariyê veke.
Şêniyên Efrînê malên rûxanyayê temîr dikin da ku lê bi cih bibin. Idrîs bi şêniyan re dibe alîkar.
Derbarê karê xwe Idrîs dibêje, ” Ez derî û depoyên avê û her tiştên ji hesin ên xirabûyî bi buhayê erzan temîr dikim. Ez rewşa efrîniyan ber çavan derbas dikim, ji ber ku êşa me hemûyan yek e.”
Idrîs Îbrahîm ji saet 19:00 heta 23:00 dixebite.
Şêniyên gundên Til Sosîn, Marata, Ehdas û Til Qera berê xwe didin dukana Idrîs, ji ber tekane dukan li van gundan e.