حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê Dêrikê cenazeyê şehîda enternasyonalîst oxir kirin

625

QAMIŞLO  

Şehîd Lêgerîn li bajarê Hesekê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû. Girseya gel  cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de bi sedan gelê herêma Dêrikê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî amade bûn.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê tûgaya enteransyonalîstan Baramaz Hesinkar û Çiyager sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin, ʺDema ku şehîd Lêgerîn felsefeya Ocalan a biratiya gelan û jiyana hevbeş nas kir, berê xwe da Bakurê Sûriyê û tevlî şoreşa parastina gelan bû.ʺ

Rêhevala şehîd Lêgerîn, Endama Navenda Jineolojî Ronahî Sozdar bal kişand ser têkoşîna şehîd Lêgerîn ji bo azadiya gelên bindest û wiha got, ʺŞehîd Lêgerîn hat Rojava da beşdarî şoreşa azadiyê bibe. Lêgerîn soz da ku rûmeta tevahî mirovahiyê biparêze. Ez soz didim ku ez ê riya şehîd Lêgerîn û tevahî şehîdên azadiyê bişopînim.ʺ

Piştre jî Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Mizgîn Ehmed axivî û diyar kir ku di vê pêvajoyê di şerekî di navbera gelên azadîxwaz û dewletên dagirker de tê jiyîn. Mizgîn wiha domand, ʺDivê asta têkoşîna li dijî dagirkeriyê were xurtkirin. Şervanên YPG/YPJʹê bûne nasnameya gelên azadîxwaz.ʺ

Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdên Berxwedana Serdemê Sûzan Umer (Sarîna Zagros) û Evîn Mihemed (Alîf Dêrsim) eşkere kirin.

Nasnameya şehîd Lêgerîn hat xwendin û radestî dayîka wê hat kirin. Dayîka şehîd wiha got, ʺŞehîd Lêgerîn di jiyana xwe de her ji bo azadiya gelên bindest têdikoşiya. Ez bi şehadeta keça xwe serbilind im.ʺ

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ de hat veşartin.