حركة المجتمع الديمقراطي

Şehîdên meha Nîsanê li Serêkaniyê hatin bîranîn

762

HESEKÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê bi armanca bîranîna 55 cangoriyên azadiyê yên meha Nîsanê yên Serêkaniyê merasîmek lidar xist.

Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî bi amadebûna bi sedan malbatên şehîdan hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Beyar Emîn axivî û di kesayeta şehîdên meha Nîsanê hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û got “Dijminê me dijminekê hov e, em dizanin ku ev dijmin êdî li hember berxwedaniya şervanan bê çare maye. Evan şehîdan ên ku Erdogan û partiya wî xistiye xefka aloziyê, ji ber vê yekê jî kîna xwe bi derxistina cenazeyên wan ji goran vala dike. Her çiqas dewleta Tirk dijminahiya xwe zêde bike jî îsrara me ya ji bo dewamkirina xeta berxwedanê zêde dibe.”

Li ser nevî YPG`ê Azad Welat jî di merasîmê de axivî û anî ziman ku bi saya keda şehîdan serkeftinên mezin hatin bidestxistin û Rojava û Bakurê Sûriyê gihaştiye asta heyî. Azad welat bi navê YPG û YPJ‘ê soza şopandina xeta şehîdan nû kir.

Bi navê Kongreya Star Hemrîn Ehmed axivî û anî ziman ku Saziya Malbatên Şehîdan ciheke pîroz e, ji ber ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin.

Hemrîn di berdewama axaftina xwe de got, “Şoreşa me di sala xwe ya 7‘emîn de ye. Di Sûriyê û Rojhilata Navîn em bûne hêzeke mezin. Felsefeya Neteweya Demokratîk êdî  li Rojhilata Navîn belav dike û gelên wê gihaştine wê baweriyê ku ew tenê ev felsefe riya çareseriyê ye, berxwedana li Efrînê tê meşandin xwe dispêre vê felsefeyê.”

Nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.