Jinên hesekê tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin û gotin ku tecrîda li ser Ocalan wê girêdana wan bi firk û felsefeya Ocalan qet kêm neke.
HESEKÊ
Jina bi navê Helîma Ehmed derbarê mijarê de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tekane rêberê ku bi azadiya jinan bang kir û ji bo azadiya wê tekoşîn da meşandin.
Helîma her wiha bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mafê mirovan kir ku destwerdanê bikin û dawî li tecîrîda ku dewleta Tirk li ser Ocalan feriz kiriye, bîn in.
Jina bi navê Meryem Ehmed jî derbarê mijarê de got ku dewleta Tirk ji belavbûna Firkê Ocalan ditirse û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk çi bike, bela bike, wê nikaribe gel ji fikrê Ocalan dûr bixe. Em ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Ocalan bidomîn in. Dewleta Tirk li her derê şerê destkeftiyên gelê kurd dike, li Efrînê jî demografiya herêmê dide guhertin û çeteyan û malbatên wan li wir bi cih dike.”
Jina suryanî ya bi navê Newal Selûm derbarê mijarê de got ku Ocalan nûnertiya hemû gelê herêmê dike û wiha dom kir: “Ocalan ji bo azadiya jinan tekoşînek mezin daye meşandin. Em wekî welatiyên suryanî banga dawîkirina tecrîdê dikin.”
Newal di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze hemû Rojhilata Navîn dagir bike, lewma kiryarên derexlaqî pêk tîne, dixwaze serdema Osmaniyan vegerîne. Ji ber vê yekê jî li dijî gelê herêmê komkujiyan pêk tîn e.”