Xerîb Hiso diyar kir ku artêşa Tirk ji beriya 7 salan ve şerê qirêj li Sûriyê dimeşîen û got ku divê gelê Efrînê ji bo merheleya pêş amade be û nekeve xefkên dijmin.
ŞEHBA
Xerîb Hiso di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku Tirkiyê ji beriya 7 salan ve li Sûriyê şerekî qirêj dike û got, “Pîlanên wê li wê zîvirî, di dema êrîşên li ser kantona Efrînê, gelek tank, balafirên wê hatin rûxandin û bi sedan leşkerên wê winda bûn.”
Hiso, her wiha destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker ji beriya çend salan ve hewl dida Efrînê dagir bike, hewldanên wê sernektin û got, “dagirkiriya Tirkiyê ji beriya 7 salan ve ji bo dagirkirina Efrînê çeteyên xwe bi kar di anîn. Lê çete yek gav nedikarî yek gav derbasî kantonê bibe, lê di êrîşa dawî de, leşkerên xwe jî xist dewreê de.”
Hiso, anî ziman ku balafir, tank, topên dagirkeran bi sedan sivîlên Efrînê hedef girt û anî ziman ku Tirkiyê di êrîşên xwe yên ser Efrînê herî zêde balafir bi karanîn û wiha pêde çû: “Şerê li dijî kurdan, şerê man û nemanê ne, li ser vê yekê divê gelê Efrînê ji bo merheleya pêş amade be û nekevin xefkên dijminan.”
Xerib Hiso di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku rêxistinên navdewletî yên têkildarî mafên mirovan erka xwe bi cih nayîn û bang li wan kir erka dikeve ser milên wan pêk bînin.