Jinên Efrînê yên li kampa Serdemê ya herêma Şehbayê dimîn in diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe bidomîn in û dgotin ku wê Efrîn rizgar bibe û ew ê vegerin warê xwe. Jinan her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku derbarê kiryarên dewleta Tirk ji bê dengiya xwe derkevin.
ŞEHBA
Gulîzar di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku ew di wê baweriyê de ku wê hêzên YPG/YPJ’ê Efrîn rizgar bike û wê vegerin warê xwe û wiha dom kir: “Em ê vegerin û alên xwe li Efrînê rabikin. Baweriya me bi doza me û xeta şehîdên me heye.”
Jina bi navê Fatma Hecî jî derbarê mijarê wiha axivî: “Kiryarên dewleta Tirk bi dagirkeriya Efrînê û guhertina demografî ranewestiya. Lê belê pankartên ku bi kurdî û erebî hatibûn nivîsandin, niha dike bi Tirkî û erebî. Dixwaze nasnameya kurdî ji holê rabike. Dewleta Tirk û çeteyên wê nikarin zimanê me bidin guhertin, em ê ji bo zimanê xwe liber xwe bidin.”
Jina bi navê Xatûn Mihemed Hesen jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Em dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Efrînê re qebûl nakin. Em ê bê deng nemîn in, em ê heta dawî li ber xwe bidin.”
Xatûn bang li NY û civaka navdewletî kir ku derbarê kiryarên dewleta Tirk ji bê dengiya xwe derkeve û hesab ji dewleta Tirk bixwaz in.
Jina bi navê Jinûviyana Mihemed jî derbarê mijarê de got ku dewleta Tirk a dagirker welatiyên Efrînê neçar kir ji herêmên xwe derkevin û wiha axivî: “dîmbografiya herêmê didin guhertin, çeteyên Xûta û malbatên wan li Efrînê bi cih dikin. Em wekî jinên Efrînê em ê hate dawî li ber xwe bidin û xeta şehîdên xwe bişopîn in. Efrîn wê bi saya tekoşîna şervanên xwe rizgar bibe.”