حركة المجتمع الديمقراطي

Leşkerên Tirk ciwanek li ser sînorê Rojava kuştin

633

HESEKÊ

Ciwanekî ji bajarê Reqayê ku nasnameya wî nehate naskirin dema dixwest li nêzî gundê Idwaniyê ku 50 km dikeve rojavayê navçeya Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, leşkerên Tirk ew girtin û îşkence kirin. Di encama îşkenceyê ce ciwan jiyana xwe ji dest da. Leşkeran cenazeyê wî avêtin aliyê Rojavayê Kurdistanê.

Cenaze piştî çend rojan ji aliyê şêniyên gundê Idwaniyê ve hat dîtin. Şêniyan cenaze rakirin nexweşxaneya Roj a navçeya Serêkaniyê.