li gundê Korkan a Jorîn a girêdayî herêma Raco ya Kantona Efrînê cenazeyê jinekê kuştî hat dîtin.
EFRÎN
Heman çavkaniyê da zanîn ku li ser cenaze şopên fetisandin û îşkenceyê hene.
Şêniyên gund anî ziman ku şevê din dengê girî û qêrîna jinekê dihat. Xuyaye jina kuştî dihat îşkencekirin. Lê ji tirsa kes nikarîbû nêzîk bûbaya.
Şêniyên texmîn kirin ku çeteyên dewleta Tirk jin îşkence kiribin, piştre jî kuştibin.