Meclîs û saziyên sivîl ên navçeya Amûdê serdana Mala Êzidiyan kirin û cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî pîroz kirin.
QAMIŞLO
Şandeyek ji nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclîsa navçeya Amûdê, Kongreya Star û bi dehan gelê Amûdê serdana Mala Êzidiyan a li gundê Qizilcox kirin û beşdarî şahiya pîrozbahiya cejna Çarşema Sor bûn.