حركة المجتمع الديمقراطي

4`emîn dewreya perwerde ya Hêzên Asayîşa Helebê bi dawî bû

619

HELEB

Dewreya Şehîd Elî Toşo 15 rojan berdewam kir û 20 endam tevlî bûn. Di perwerdeyê de waneyên leşkerî û bîrdozî hatin dîtin.

Merasîma bidawîbûna dewreya perwerde bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Di merasîmê de Rêveberiyê Hêzên Asayîşê Elî Abdullah axivî û serkeftin ji endamên dewreyê re xwest.

Piştî ku axavtin bi dawî bûn, endamên perwerde soza xwe dan û bawernameyên wan li ser wan hatin belavkirin.

Merasîm bi govend gerandinê bi dawî bû.