حركة المجتمع الديمقراطي

‘Dewleta Tirk dixwaze riya Şengal, Kerkûk û Mûsilê bigre ‘

623
Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya  Êzîdiyan Qehtan Elî diyar kir ku Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku ku serdema Osmaniyan vegerîn e û riya di navbera Şengal, Kerkûk û Mûsilê bigre.
ŞENGAL
Serokomarê Tirkiyê Erdogan gefên xwe yên derbarê êrîşa li ser Şengalê ya Başûrê Kurdistanê didomîn e dibêje ku PKK’ê li wir heye û ew ê li bargehên wan bide. Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya  Êzîdiyan Qehtan Elî derbarê mijarê de ji ajansa (ANHA) re axivî û got ku dewleta Tirk dixwaze serdema Osmaniyan vegerîne û riya di navbera Şengal, kerkûk û Mûsilê û herêmên din ji Başûrê Kurdistanê dagir bike.
Qehtan Elî di berdewama axaftina xwe de jî bibîr xist ku dîroka civaka êzîdî tijî komkujî û ferman û wiha dom kir: “Piraniya ferman û komkujiyan bi destê Osmaniyan pêk hatiye, wan bi kuştin, talan û sûcên li dijî mirovahiyê herêmên xwe fireh kirine. Gefên Erdogan ên derbarê êrîşa li ser Şengalê jî ji beriya çend salan pêk hatiye. Ew dixwaze herêmên xwe fireh bike û dagirkeriya Şengalê dixwaze riya di navbera Mûsil û Kerkûkê dagir bike.”
Elî her wiha komkujiya ku di 3’yî tebaxa sala 2014’an de jî pêk hat bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “êrîşa li ser Şengalê gelek êş ji civaka êzîdî re bi xwe re anî. Niha jî li Efrînê mzarên êzîdiyan ruxandin, welatiyên êzîdî direvînin, her wiha mal û milkên wan talan dikin. Yenî wekî çawa DAIŞ’ê li Şengalê kir, ew jî li Efrînê heman kiryaran ji kuştin û wêraniyê pêk tîn in.”
Elî her wiha bal kişand ser bê dengiya PDK’ê ya derbarê kiryarên dewleta Tirk a dagir ker jî wiha got: “Rê ji dagirkeriyê re di xaka Başûr re vekiriye, heta niha li Başûr 23 bargehên leşkerî yên Tirkiyê hatine çêkirin. Dewleta Tirk niha jî hewl dide ku bargehên xwe li Başûr zêde bike.”
Derbarê îdayên dewleta Tirk li ser hebûna PKK’ê li Şengalê jî Elî tekez kir ku hêzên HPG’ê piştî ku alîkariya geêl êzîdî kirin û ji bo wan ji komkujiyan rizgar bikin şehîd dan piştî erka xwe ya mirovî û Kurdistanî pêk anîn, ji Şengalê derketin û wiha dom kir: “îdayên dewleta Tirk ne di cih dene. Ew bi van îdayan pîlanên xwe pêk tîn e.”
Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya  Êzîdiyan Qehtan Elî di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû welatiyên êzîdî kir ku hevgirtina xwe û yekîtiya xwe li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk xurt bikin û wiha dom kir: “Divê civaka êzîdî hemû pîlanên wan baş nas bike û li dûrî berjeweniyên kesayetî yên teng li dijî pîlanên wan tekoşîn bikin.”