Bi sedan şêniyên Hesekê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan.
HESEKÊ
Girseya gel ku bê navber diruşmeyên xwe dewam dikirin ber bi Çerxeriya Şehîd Serhed ve meşiyan. Li vir girse rawestiya û axaftin ji aliyê Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Ebdula axivî.
Semer Ebdulah di destpêka axaftina xwe de tecrîda giran ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin şermezar kir û ji saziyên mafê mirovan xwest ku li dijî tecrîda li ser Ocalan zextê li dewleta Tirk bikin da ku rewşa Ocalan were diyarkirin û rê were dayîn ku parêzer û malbata Ocalan, serdana wî bikin.
Semer Ebdulah her wiha bal kişand ser berxwedana Serdemê ya efîrnê û destnîşan kir ku wê şervanên Efrînê dagirkeran ji Efrînê derbixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Bakurê Sûriyê wê tu carî dagirkeriyê qebûl nekin.”
Girseya gel bi diruşmeyan dawî li meşê anîn.