Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê (PADK) binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re dagirkirina tevahî xaka Sûriyê ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû qanûnên navdewletî binpê kiriye. PAKD’ê her wiha bal kişand ser berxwedana Efrînê û got ku wê dewleta Tirk û çeteyên wê bi şaxekî zeytûnan jî şa nebe.
PADKderbarê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de got ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên Efrînê gelek binpêkirin dike û destnîşan kir ku binpêkirinên dagirkeran li dijî nasname û dîroka Efrînê ya resene.
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re dagirkeriya tevahî xaka Sûriyê re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk dagirker e, hemû biryar û qanûnên navdewletî binpê kirin. Lewma divê hemû alî li dijî wê derkevin. Dewleta Tirk çete ji hemû aliyan anîn û wan Efrînê bi cih dike.”
Di daxuyaniyê de binpêkirina dewleta Tirk ji xaka Efrînê re hate şermezarkirin û ev tişt hate gotin: “Em dagirkeriya dewleta Tirk û kiryarên wan ên li dijî sivîlan şermezar dikin. Em ji civaka navdewletî dixwazin ku li dijî dewleta Tirk derkevin.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî îşaret bi berxwedana gelê kurd, YPG, YPJ’ê wê rê nede dewleta Tirk û çeteyên wê ku bi şaxekî zeytûnan tenê jî şa bibe û ew ê leşkerî tirk jî li Efîrnê nehêlin, her wiha wê welatiyên Efrînê bi saya berxwedana wan vegerin warê xwe.