Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Zohat Kobanê li goristana Şehîd Dicle spartin axê. Di heman merasîmê de sivîlê gêrîlayekî ku di tevgera Azadiyê Kurdistanê de şehîd bû ye jî hate eşkerekirin.
KOBANÊ
Merasîm li goristanê bi rêzgirtina leşkerî hate destpêkirin. Paşê Endama Fermandariya YPJ’ê Gulîstan Serêkaniyê axivî û di destpêka axaftinax we de bal kişand ser berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya ji bo parstina gelê Bakurê Sûriyê û soz da ku ew ê heta dawî li ser riya şehîdan têbikoş in û herêmê tevahiya Barkuê Sûriyê ji çeteyan biparêz in.
Di berdewama merasîmê de Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî axivî û berxwedan û tekoşîna şervanan a li dijî terorê bibî xist û got ku bi saya tekoşîna şervanan herêm ji çeteyan hatiye parstin û gelê herêmê bi azadî bi hev re jiyan dikin.
Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şervanê YPG’ê Zûhat Kobaên hate xwendin û radestî malbatê hate kirin, her wiha nasanameya şervanê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Şêx Mihemed Şêx (Sadiq) jî hate eşkere kirin û nasname radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.