حركة المجتمع الديمقراطي

HPG: 3 endamên payebilind ên MÎT’ê hatin kuştin

631

HPG’ê li ser çalakiyiyên gerîla yên li Sêrtê, Lêlikan, Gever û Çelê  daxuyanî da. Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 23’yê Adarê li Sêrtê 3 endamên payebilind ên MÎT’ê hatine kuştin, her wiha li Gever û Lelîkan 9 leşker hatine kuştin.

HPG’ê li ser çalakiyiyên gerîla yên li Sêrtê, Lêlikan, Gever û Çelê agahî dan. Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 23’yê Adarê li Sêrtê 3 endamên payebilind ên MÎT’ê hatine kuştin, her wiha li Gever û Lelîkan 9 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla  daxuyanî da. Dİ daxuyaniyê de tê gotin 23’yê Adarê li Sêrtê 3 endamên payebilind ên MÎT’a Tirk hatine kuştin û her wiha di çalakiyên Lêlikan û Geverê de jî 9 leşker hatine  kuştin, gelek leşker birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin 2 gerîla ji bo ku dîl nekevin bombeyên xwe bi xwe de teqandine.

Daxuyaniya HPG’ê ya ku li ser malpera xwe par ve kirî wiha ye:

Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delîla û Şehîdên Bestayê 23’yê Adarê saet 13.30’an li Mawa ya  Sêrtê, di navbeyna gundên Meîna û Mulê de li dijî endamên îstîxbaratê çalakiyek kirin. Wesayiteke ku endamên MÎT’ê yên payebilind tê de bûn derbeke serkeftî xwariye, wesayit ji rê derketiye û qulibî ye. Hêzên me li vir 3 endamên îstîxbaratê kuştine û dest li ser 3 AK-47’an û 5 jarjor û 150 guleyên van çekdan danîne û her wiha dest li ser nasname û gelek dokumanên van şexsan daniye.

Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteke teknîka pêşketî û gelek skorskyan leşker li herêmê danîne. 24’ê Adarê di navbeyna hêzên me û leşkerên dijmin de şer derketiye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin, hevrêyên me Canşêr û Şoreş ku li dijî leşkerên dijmin bi lehengî şer kirine, ji bo ku nebin dîlên ber destê leşkerên dijmin bombeyên xwe bi xwe de teqandine û şehîd bûne. Operasyon 26’ê Adarê bi dawî bûye. Di dema operasyonê de hêzên dagirker bi ser gundê Mulê de girtine û zext li ser gundiyan kirin.

14’ê Nîsanê hêzên me saet 16.50’î li Lêlikan a Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC’ê çalakî kirine. Di çalakiyê de derb li mewzî û konên dijmin xistine û berbiçav 5 leşker hatine kuştin.

14’ê Nîsanê saeat 10.40’î hêzên me li Geverê, li gire Elîşêr li dijî artêşa TC’ê ya dagiker çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne zelal nebûye.

30’ê Adarê hêzên me li Geverê, di navbeyna qereqola Wargenima û gire Tempo li dijî wesayiteke zirxî artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê hatiye kirin, di vê çalakiyê der berbiçav 4 leşker hatin kuştin.

Heman rojê hêzên me saet 12.30’an li Çelê ya Colemêrgê, li geliyê Deştanê li dijî hêzên dagirker çalakî kirine. Di encamê de çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne zelal nebûye.

Agahiyên nasnameyê yen gerîlayên ku di çalakiya dijî endamên MÎT’ê de şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Canşêr Raman

Nav û Paşnav: Haydar Topkan

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik – Bav: Fahriye – Halîl

Dem û Cihê Şehadetê: 24’ê Adara 2018’an/ Sêrt

*****

Nasnav: Şoreş Xeyri

Nav û Paşnav: Mahmut İbiş

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Navê Dayik – Bav: Ferîde – Mûhammed

Cih û Dema Şehadetê: 24’ê Adara 2018’an / Sêrt