حركة المجتمع الديمقراطي

Bi meşekê gelê Til Temir tecrîda li ser Ocalan şermezar kir

625

HESEKÊ  

Çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi gelê Efrînê re didome. Di vê çarçoveyê de, bi dehan şêniyên Til  Temir meşek lidar xistin.

Meş ji ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temir hate destpêkirin. Di meşê de gel wêneyên Ocalan, alên YPG/YPJ`ê rakiribûn û pankêrtinʺBi ruhê Berxwedana Serdemê wê komploya navneteweyî ya dijî Ocalan têk biçe, her Efrîn her der berxwedanʺvekirbûn.

Her wiha di meşê de, gel bê navber dirûşmeyênʺBê Serok jiyan nabe, Efrîn ne bi tenê yeʺberiz dikirin.

Meş li sûka navçeyê veguhrî mîtîngê. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Ebdullxenî Oso axivî û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar kir.

Oso got ku gelê herêmê wê li dijî dagirkeriya Tirk derkeve û wê herêmên  xwe ji dagirkeran rizgar bike.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û azadiya Ocalan bi dawî bû.