حركة المجتمع الديمقراطي

Êzidîxan bi şîara ‘Dengê xwe bide vîna xwe’ dikeve hilbijartinê

595

Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku wê di 12’yê Gulanê de pêk werin, dema propagandayê îro destpê kir. Di çarçoveya progandayê de hemû lîsteyên ku dê bikevin hilbijartinan, li aliyekê bernameyên xwe yên hilbijartinan eşkere dikin, li aliyekê jî namzetên xwe didin nasîn.

Dema geşedan û bûyerên dema borî yên li herêmên wekî Kerkuk, Germiyan, Şengal li ber çavan tên girtin, xuya dibe ku dê encamên hilbijartinan ên li van herêman jî girîng bin. Lê yek ji cihên herî zêde balê dikişîne Şengal e.

Şengal

Şengal navçeyek girêdayî Parêzgeha Musilê ye. Taybetmendiya vê herêmê ew e ku piraniya şêniyên wê êzidî ne û gelek êş kişandine. Ji dema Osmaniyan heta niha bi giştî 74 ferman bi serê wan de hatine û bi hezaran kes hatine qetilkirin, revandin, koçberkirin. Li aliyê din di warê siyasî, aborî de her tim ji aliyê hêzên derve re hatine pêpeskirin û îradeya wan nehatiye naskirin. Lewre jî gelek êş û zehmetî kişandine.

Yek ji van zehmetiyan jî ew bû ku temsîla wan a siyasî nebû û nedihat qebulkirin, çand û baweriya wan bi tunebûnê re rû bi rû mabû.

Kotaya Êzidiyan

Piştî mudaxelekirina hêzên Ewropa û Amerîka ya li ser Iraqê (2003) di sala 2004’an de di makezagona Iraqê de guhertin hatin çêkirin. Girêdayî wê qanûnên hilbijartinan jî guherîn. Li gorî qanûnan, di Parlamentoya Iraqê de kursiyek ji bo êzidiyan hat veqetandin. Ango di hilbijartinan de mafê koteyek hatiye nasîn. Di her hilbijartinekê de kesek li ser navê êzidiyan diçe parlamentoyê.

Di qanûnan de ev maf hatiye dayîn, lê heta niha gelê herêmê bi îradeya xwe nûnerê/a xwe ne hilbijartiye.

Ji sala 2004’an ve Tevgera Çaksazî û Pêşveroya Êzdiyan ev kota girtibû destê xwe û parlamenter dişand Bexda. Lê li gorî şêniyên Şengalê, di warê siyasî, aborî, çandî, civakî de tu feydeyek nedaye wan.

Piştî fermana 2014’an

Dema ku çeteyên hov ên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de êrîşî Şengalê kirin û ferman bi ser de anîn, gelê êzîdî dîsa bi tenê hat hiştin û tu partî, rêxistin xwedî lê derneketin.

Di encama berxwedana ku hatiye nîşandan de, gelê êzidî di warê parastin, siyasî, civakî û aborî de rêxistinbûyîna xwe ava kir û îradeyek derxist holê. Di vê çarçoveyê de wekî îradeya siyasî Partiya Aştî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) di sala 2017’an de hat avakirin û ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve hat qebûlkirin. PADÊ di nava partiyên Îraqê de partiya 40’mîne.

Amadekariyên hilbijartinan

Piştî ku Bexdayê bi awayekî fermî nas kir, PADÊ dest bi berfirehkirina rêxistibûna xwe kir. Di rewşa niha de li gelek gund û bajarokên Şengalê navend hatine avakirin û xebat tên meşandin.

Di vê navberê de hinek derdorên din jî li Şengalê 2 partiyên bi navê Êzidiyan ava kirin. Dema ku pêvajoya pilbijartinan destpê kir, PADÊ hewl da ku hemû Şengalê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin. Lê partiyên din erênî nêzîk nebûn.

Yek kota 3 partî

Ji ber ku yekbûna partiyan pêk nehat, di hilbijartinan de wê 3 partî ji bo yek kursiyek êzidiyan bikevin pêşbirkê. Li gorî dengên ku dê di hilbijartinan de bên bidestxistin, yek ji 3 partiyan wê li ser navê êzidiyan parlamenterek bişîne Bexda.

PADÊ bi îdîa ye

Di pêşbirka 3 partiyan de ya herî bi îdîa wekî PADÊ tê nîşandan. PADÊ wê di lîsteya 169’an de bikeve hilbijartinan. Şîara PADÊ ya hilbijartinê “Dengê xwe bide vîna xwe”. Ji bo parlamenteriyê jî 2 namzet nîşan dane. Li gel kotaya êzidiyan, hedef dike ku parlamenterek din jî bişîne Bexda.

Namzetê hejmara yekem ê lîsteya 169’an Simêr Derwêş Xelef El-Şêx e.

Nemzetê hejmara duyemîn ê lîsta 169’an Xwedêda Mirad Reşo Pîso e.