حركة المجتمع الديمقراطي

‘Wê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û em ê veger in’

640

ŞEHBA

Cîgirê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Efrînê Ebdulhemîd Mustefa derbarê kiryarên çeteyên Artêşa Tirk a dagirker ji ajansa me re axivî û wiha got, “Çeteyên Artêşa Tirk a dagirker, li Efrînê gelek welatî revandin, qetil kirin û malên welatiyan dizîn. Lewma ne mumkine gelê Efrînê hebûna wan li Efrînê qebûl bike Em ê tu carî qebûl nekin bi wan re jiyan bikin.”

Mustefa di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku jiyana welatiyên sivîl ên Efrînê ji ber hebûna dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê di xeteriyê de ye û wiha dom kir, “Artêşa Tirk çeteyan di nava gelê Efrînê de bi cih dike. Wiha jî demografiya herêmê dide guhertin, gelê herêmê yên resen jî didin koçberkirin û xêra welatê me didizin.”

Mustefa bang li dewletên cîhanê û rêxistinên navdewletî kir ku li dijî kiryarên Artêşa Tirk ên derheqê sivîlên Efrînê helwesta xwe nîşan bidin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî, “Gelê Efrînê heta dawî wê li ber xwe bidin. Efrîn a şêniyên xwe ye, em ê  vegerin Efrîna rizgarkirî.”