Cîgirê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Efrînê Ebdulhemîd Mustefa diyar kir ku ku Efrîn a şêniyên wê ye û got, “Wê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û em ê vegerin warê xwe.”
ŞEHBA
Mustefa di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku jiyana welatiyên sivîl ên Efrînê ji ber hebûna dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê di xeteriyê de ye û wiha dom kir, “Artêşa Tirk çeteyan di nava gelê Efrînê de bi cih dike. Wiha jî demografiya herêmê dide guhertin, gelê herêmê yên resen jî didin koçberkirin û xêra welatê me didizin.”
Mustefa bang li dewletên cîhanê û rêxistinên navdewletî kir ku li dijî kiryarên Artêşa Tirk ên derheqê sivîlên Efrînê helwesta xwe nîşan bidin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî, “Gelê Efrînê heta dawî wê li ber xwe bidin. Efrîn a şêniyên xwe ye, em ê vegerin Efrîna rizgarkirî.”