حركة المجتمع الديمقراطي

Malbatên ciwanên kuştî bang li civaka navneteweyî kirin

671

GIRÊ SPÎ

Leşkerên Tirk duh li ser sînorê di navbera Kantona Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de du ciwanên bi navên Zayid Ebdullah Mixêlis (19) û Hemîd Şixêr Hehêlan (22) kuştin. Şervanên YPG/YPJʹê cenazeyên herdû ciwanên kuştî li nêzî gundê Ebû Son a 10 km dikeve rojavayê navçeya Serêkaniyê dîtin û rakirin nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Her wiha şervanan ciwanê bi navê Ebdulkerîm Ferhan (18) ê ku li gundê Irtîwaziye ya 70 km dikeve rojhilatê bajarê Girê Spî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû îşkencekirin jî rakirin nexweşxaneya Roj.

Malbatên hersê ciwanan ji ANHAʹyê re dane xuyakirin ku zarokên wan ji bo kar xwestin sînor derbas bikin û li Tirkiyeyê bixebitin. Her wiha dane zanîn ku leşkerên Tirk bi awayekî hovane ciwan îşkence kirin. Di encamê de du ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha leşkeran hemû tiştên li gel ciwanan desteser kirin û cenazeyên herdû ciwanên kuştî avêtin nava axa Rojavayê Kurdistanê.

Ciwanê birîndar ê bi navê Ebdulkerîm Ferhan jî xwe gihand gundekî nêzî sînor û şêniyên gund alîkariya wî kirin.

Bavê ciwanê kuştî ê bi navê Zayid, Ebdullah Mixêlis got ku kurê wî ji bo kar berê xwe da Tirkiyeyê û bi awayekî hovane ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin.

Ebdullah di berdewama axaftina xwe de got ku kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê dûrî nirxên mirovahiyê ne. Her wiha bang li NY û civaka navneteweyî kir ku derbarê van kiryaran de hesab ji Tirkiyeyê bixwazin.