حركة المجتمع الديمقراطي

Jinên ciwan kelha Caber paqij kirin

640
TEBQALi bajarê Tebqayê endamên Jinên Ciwan û endamên jin ên Şaredariya Gel a Tebqayê xwe birêxistin kirin û kelha Caber a ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû tarûmar kirin, paqij kirin. Kelha ji hundir û derve ve hat paqijkirin.

Çeteyên DAIŞ`ê dema ku herêma Tebqayê dagirkiribûn kelha Caber a kevnar veguherandibûn navendeke xwe ya leşkerî û perwerde didan çeteyên biyanî yên tevlî wan bibûn. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê ziyan gihandibûn kelhê.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Leyla El-Ebid anî ziman ku jin şûnwarên Tebqayê zindî dike û ji bermahiyên DAIŞ`ê paqij dike.