حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Dagirkirina Efrînê, xeterî li ser tevehiya Sûriyê ye

611

Partiyên di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi riya daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da berxwedaniya Efrîne, ferzkirina dagirkeriya Tirkiyê ya ziman û sîstema xwe li ser Efrîne şermezar kirin û ji rêxistinên huquqî, enternesyonel û mirovî daxwaz kirin ku dawî li kiriyarên dagirkeriya Tirkiyê li Efrîne bînin.

Ferehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Gelê Efrîne li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker têdikoşe û li ber xwe dide. Şervanên YPJ/YPG`ê jî li hemberî dagirkeriyê çalakiyan dike û derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dide.

Zimanê dewleta Tirk ê dijminahî û êrîşên wê li hemberî berxwedanî û têkoşîna gelê nikare bibe asteng. Gelê me wê heyanî dawiyê ji bo azadî û avakirina pêşerojeke azad her têbikoşe.

Mayîna dewleta Tirk a li Efrîne dagirkeriye û ev dagirkerî li ser tevehiya Sûriyeyê û pêkhateyên wê xeterî ye. Erdogan dixwaze mîna sedê salan dagirkeriya xwe li ser herêmê kûr bike.

Rakirina ala Tirkiyê li Efrîne û ferzkirina sîstem û zimanê xwe li ser gelê Efrîne dagirkerî ye û polîtîkayekî li dijî çareserî û ewlehiya herêmê ye.

Em weke partiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) piştgiriya Berxwedaniya Serdemê ya Efrîne dikin û polîtîka niha dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîne dide meşandin. Polîtîka ziman û sîstema dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîne ferzkirin li hemberî tevahî gelên herêmê dijminahiye.

Her wiha em meclîsa ku istixbaratên Tirkiyê birêxistinkiriye şermezar dikin, ew meclîs ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker dixebitê, bang li gelê Efrîne dikin ku werin di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bijîn, ev yek di ber heqê gelê me de îxanete û gelê me destûr nade vê yekê û dê ji vî meclîsî hesab bixwazin.

Her wiha em bang li saziyên hiquqî, sivîl, enternesyonel û mirovî dikin ku erka ji wan tê xwestin pêk bînin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gel digrin, ji holê radikin û dest datînin ser mal û mulkê gel. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîne destdirêjî jin dikin û jinan neçarî intîharê dikin.

Di dawiyê de em piştgiriya xwe ji bo gelê Efrîne yê berxwedêr tînin ziman. Aliyê siyasî û dîplomasî de berxwedanî didome. Em li beramberî berxwedanî û şehîdên Efrîne rêzdarin, Efrîne wê azad bibe. Gel bi îrade û berxwedaniya xwe li hemberî dagirkeriyê biserdikeve.

Bijî Berxwedaniya Efrîne”.