Partiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îşaret bi dagirkirina Efrînê kir û got ku mayîna dewleta Tirk a li Efrîne dagirkerî ye û ev dagirkerî li ser tevehiya Sûriyeyê û pêkhateyên wê xeterî ye. Partiyan her wihan bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk li Efrîn bi berpirsyartî tevbigerin.
Partiyên di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi riya daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da berxwedaniya Efrîne, ferzkirina dagirkeriya Tirkiyê ya ziman û sîstema xwe li ser Efrîne şermezar kirin û ji rêxistinên huquqî, enternesyonel û mirovî daxwaz kirin ku dawî li kiriyarên dagirkeriya Tirkiyê li Efrîne bînin.
“Gelê Efrîne li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker têdikoşe û li ber xwe dide. Şervanên YPJ/YPG`ê jî li hemberî dagirkeriyê çalakiyan dike û derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dide.
Zimanê dewleta Tirk ê dijminahî û êrîşên wê li hemberî berxwedanî û têkoşîna gelê nikare bibe asteng. Gelê me wê heyanî dawiyê ji bo azadî û avakirina pêşerojeke azad her têbikoşe.
Mayîna dewleta Tirk a li Efrîne dagirkeriye û ev dagirkerî li ser tevehiya Sûriyeyê û pêkhateyên wê xeterî ye. Erdogan dixwaze mîna sedê salan dagirkeriya xwe li ser herêmê kûr bike.
Rakirina ala Tirkiyê li Efrîne û ferzkirina sîstem û zimanê xwe li ser gelê Efrîne dagirkerî ye û polîtîkayekî li dijî çareserî û ewlehiya herêmê ye.
Em weke partiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) piştgiriya Berxwedaniya Serdemê ya Efrîne dikin û polîtîka niha dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîne dide meşandin. Polîtîka ziman û sîstema dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîne ferzkirin li hemberî tevahî gelên herêmê dijminahiye.
Her wiha em meclîsa ku istixbaratên Tirkiyê birêxistinkiriye şermezar dikin, ew meclîs ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker dixebitê, bang li gelê Efrîne dikin ku werin di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bijîn, ev yek di ber heqê gelê me de îxanete û gelê me destûr nade vê yekê û dê ji vî meclîsî hesab bixwazin.
Her wiha em bang li saziyên hiquqî, sivîl, enternesyonel û mirovî dikin ku erka ji wan tê xwestin pêk bînin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gel digrin, ji holê radikin û dest datînin ser mal û mulkê gel. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîne destdirêjî jin dikin û jinan neçarî intîharê dikin.
Di dawiyê de em piştgiriya xwe ji bo gelê Efrîne yê berxwedêr tînin ziman. Aliyê siyasî û dîplomasî de berxwedanî didome. Em li beramberî berxwedanî û şehîdên Efrîne rêzdarin, Efrîne wê azad bibe. Gel bi îrade û berxwedaniya xwe li hemberî dagirkeriyê biserdikeve.
Bijî Berxwedaniya Efrîne”.