Kongreya Star a kantona Girê Spî bêdengiya navdewletî ya derbarê kiriyarên hovane ên Erdoganê faşîst li ser herêma Efrînê şermezar û diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ji bo Efrînê dewam bikin.
Girê Spî
Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Fadya Şerîf ve hate xwendin.
Fadya Şerîf bi navê Kongreya Star û jinên Girê Spî diyar kir ku çalakiyên wan ji bo destekdayîna bi Efrînê re berdewam e û wiha got, “Em ê çalakiyên xwe ji bo Efrînê, ji bo jinên ku li hemberî dijmin li ber xwe dan, ji bo jinên ku zarokên feda kirin çalakiyên xwe berdewam bikin. Şehîdên mîna Avesta, Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê û hemû şehîdên ku canê xwe feda kirin ji me re mînakin. Em tu carî dev ji axa bi rûmet a ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernadin.”
Fardya bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî kiryarên Erdogan şermzar kir û anî ziman ku bêdengî wateya destekdayîna bi kiryarên hovane yên li ser gelê Efrînê nîşan dide û got, “Gelê me li hember êrîşên we tu carî bê hêz namîne û heta dawiyê li ber xwe bidin. Gelê Sûriyê dengê heqîqet û azadiyê ye û wê bimîne welatê berxwedan û berxwedaran.
Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.