Kongreya Star a Girê Spî: Çalakiyên me ji bo Efrînê berdewam e

Girê Spî

Bi dehan jinên kantona Girê Spî ku alên Kongreya Star û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn, derbarê sûcên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û bêdengiya raya giştî ya li hemberî van kiryaran daxuyaniyek ji bo raya giştî dan.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Fadya Şerîf ve hate xwendin.

Fadya Şerîf bi navê Kongreya Star û jinên Girê Spî diyar kir ku çalakiyên wan ji bo destekdayîna bi Efrînê re berdewam e û wiha got, “Em ê çalakiyên xwe ji bo Efrînê, ji bo jinên ku li hemberî dijmin li ber xwe dan, ji bo jinên ku zarokên feda kirin çalakiyên xwe berdewam bikin. Şehîdên mîna Avesta, Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê û hemû şehîdên ku canê xwe feda kirin ji me re mînakin. Em tu carî dev ji axa bi rûmet a ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernadin.”

Fardya bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî kiryarên Erdogan şermzar kir û anî ziman ku bêdengî wateya destekdayîna bi kiryarên hovane yên li ser gelê Efrînê nîşan dide û got, “Gelê me li hember êrîşên we tu carî bê hêz namîne û heta dawiyê li ber xwe bidin. Gelê Sûriyê dengê heqîqet û azadiyê ye û wê bimîne welatê berxwedan û berxwedaran.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û  dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Check Also

Yekemîn navenda şûştina gurçikan li Kobanê hate vekirin

Desteya Tenduristî ya Kantona Kobanê bi armanca dermankirina nexweşên gurçikan û kêmkirina êşa wan navenda …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *