Rêveberiya Kongreya Star Welîde Botî anî ziman ku ew ê hemleya xwe ya ji bo Efrîne destpêkirine, berdewam bikin heyanî ku Efrîn rizgar bibe. Her wiha bang li hemû jinan kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ya Efrîne tevlî hemleyê bibin.
QAMIŞLO
Di çarçevê hemleyê de li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê jin çalakî lidarxistin û piştgiriya xwe ji Berxwedana Serdemê re anîn ziman. Her wiha di roja cîhanî ya jinê de li gelek dewletên Rojhilata Navîn û Ewrûpa piştgiriya xwe ya hemleyê anîn ziman.
Piştî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ya Efrîne bi hezaran jin, zarok û ixtiyar neçar man ku dev ji warê xwe berdin û koçber bibin, heyanî niha jî tu rêxistinên mafên mirovan bi koçberê Efrîne re nebûne alîkar.
Piştî gava yekemîn a hemleya Kongreya Star bi dawî, gava duyemîn destpê kir. Gava duyemîn a hemleyê de dê meş werin organîze kirin û daxuyanî werin dayîn.
Di vê çarçevê de Rêveberiya Kongreya Star a herêma Cizîrê Welîde Botî ji ajansa me re axivî û destnîşan kir hemleya Kongreya Star heyanî rizgarkirina Efrîne wê berdewam bike.
Welîde Botî di berdewamiya gotinên xwe de wiha got:“ Sînor ji hemleya me re nîne. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Me ji komînan destpêkiriye û dê komîn di çarçevê hemleyê de daxuyanî bidin”.
Welîde Botî di dawiya gotinên xwe de bang li hemû jinên cîhanê kir ku li hemberî komkujiyên dagirkeriya Tirkiyê li ser jin bibin yek û têkoşîna xwe xurtir bikin.