حركة المجتمع الديمقراطي

‘Tirkiyê bi ava Firatê şerê gelê herêmê dike’

626

TEBQA

Hind Elî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi van kiryarên xwe li hemberî şêniyên herêmê şer dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi riya bendava Ataturk avê li ser herêma Tebqayê qutkiriye.

Di vê çarçevê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hind Elî anî ziman ku Tirkiyê ne tenê bi riya hucreyên veşartî destdirêjî civaka wan dike her wiha bi qutkirina avê re gef li jiyana bi hezaran şêniyên herêmê dixwe.

Rêveberiya bendava Azadî û Firatê diyarkiribû ku şêniyên herêma Tebqayê li ser ava Firatê çandiniyê dikin.

Hind Elî anî ziman ku ava Firatê qutbûye û ev yek buye sedema ku ava vexwarine li herêma Tebqayê qut bibe û ceyran li herêmê kêm bibe.

Şêniyên Tebqayê û gundewarên wê ji bendava Firatê ceyrana xwe digirtin, piştî ku av daket û kêm bû êdî ceyran mîna berê nayê herêmê.

Hind Elî di nava gotinên xwe de anî ziman ku Tirkiyê bi qutkirina avê û xistina herêma Tebqayê tengaviyê de dixwaze li pêşiya xebatên Tebqayê yên rêxistinî bibe asteng.

Di dawiya gotinên Hind Elî de hat gotin ku Tirkiyê dixwaze aliyê aborî de herêma Tebqayê lewaz bike û şêniyên herêmê bi aboriya Tirkiyê ve bidin girêdan.