حركة المجتمع الديمقراطي

Derman kêm e û Metirsî heye keraseteke mirovî pêk were

616

ŞEHBA 

Piştî ku nexweşxaneya Avirîn rastî bombebarana balafirên Tirk hat û gelek birîndarên dihatin dermankirin şehîd bûn û gel berê xwe da Kantona Şehbayê, kadroyên tenduristiyê jî bi gel re derketin û li Şehbayê noqteyên tenduristiyê ava kirin.

Kadroyên nexweşxaneyê û Endamên Heyva Sor a Kurd li Kantona Şehbayê 8 noqteyên tenduristiyê vekirin û xizmetên tenduristiyê pêşkêşî gelê Kantona Efrînê dikin.

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku derman û alavên tenduristiyê li noqteyên tenduristiyê kêmin ji ber vê yekê nikarin nexweşiyên giran derman bikin.

Derbarê mijarê de Dr.Emar Mihemed ji ANHAʹyê re axivî û da zanîn ku gelek nexweş serdana noqteyên tenduristiyê dikin lê ji ber kêm derfetan nikarin wan derman bikin.

Dr. Emar banga lezgîn a alîkariyê li aliyên berpirsyar kir û xwest ku bi lezgînî derman û alavên tenduristiyê werin peydakirin da keraseteke mirovî pêk neyê.