Gundê Xalta yê navçeya Şêrawa ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk bi temamî hat rûxandin. Li gund gelek sivîl şehîd bûn. Gelek dayîk û bavan zarokên xwe wenda kirin û gelek zarok jî sêwî man. Heyfa Reşîd yek ji zarokên ku dê û bavê xwe winda kir ye.
EFRÎN
Cîranên malbata Heyfa û nasên wê diyar kirin ku şêniyên gundê Xalta bi destpêka êrîşên dagirkeriyê Tirkiyê li ser gund re ji gund derneketin.
Di dema ku balafiran gundê Xalita bomebebaran kirin, zarokên malbata Mihemed Reşîd û zarokên gund li derveyî malê dilîstin. Dê û bavê Heyfa jî di mal de bûn. Balafirên dagirkeran li mala wan da, di encam de, dê û bavê di bin enqazan de man. Şêniyên gund berê xwe dane cihê bomebebaranê û zarokên malbatê rizgar kirin.
Bi dijwariya bomebebaranê li ser gund, şêniyên gundê Xalta berê xwe dane bajarê Efrînê. Heta niha tu kes nizane ku gelo cenazeyên dê û bavê Heyva di bin bermahiyan hatin derxistin an na.
Zarokên malbata Reşîd Mihemed li gel cîranan man. Dema ku şêniyên gund ji ber kiryarên komkujiyê yên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê neçar man ji gund derkevin û herin Efrînê, zarokên malbata Reşîd ji hev qût bû.
Heyfa, li gel dayika “Hedla Elî” ya ji bajarê Efrînê li kampa “Berxwedan” dimîne.
Heyfa ji hembêza dayikê Hedla qût nedibû, bûyera windabûna endamên malbata wê bandoreke neyinî li ser piskolojiya wê kir, ku kêliyekê nikare wan ji bîr bike.
Hedla Elî, Heyfa û du zarokên xwe xwedî dike, dibêje” Heyfa jî wekî keça min e, ez ê wê xwedî bikim. Ma gunehê zarokan çi ye ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyê wê wan sêwî bike.”